
Kurdistanmedia: Piştî mangirtina xelkê Rojhilatê Kurdisatanê li meha derbasbûyî de, û herwiha nerizayetiya xelkê li hember rewşa xirap a jiyanê, hêzên rêjîmê li bajarên Kurdistanê ji bona çavtirsandina xelkê givaşên xwe çend qat zêdetir kirine.
Di çend rojên derbasbûyî de, hêzên îtila`atî li bajarên Mehabad, Seqiz, Merîwan, û Şinoyê bazarî û çalakan gazî dikin û gefan li wan dikin ku hekî ji niha pêdê, Di her mangirtin û çalakiyeke mangirtinê de beşdar bin, wê bêne girtin û cezadan, bi taybet gazî pasajdaran û “omdefiroş” û sermayedaran dikin.
Hewceyî bîranînê ye ku li meha derbasbûyî de xelkê Kurdisanê bona nerizayetî li hember bidarvekirina sê lawên Kurd û herwisa êrîşa mûşekî bo ser binkeyên Hizba Demokrat û li ser daxwaza hêzên siyasî û çalakên medenî, mangirtina giştî bi rê ve birin.
Lewra rêjîm nîgeran e ku renge xelkê Kurdistanê bi hêcetên curbicur yêkdeng li şêweya mangirtinê de nerizayetiya xwe bidne kifşê, lewma rêjîm roj bi rojê zêdtir zextê dêxe ser xelkê.