
Hêzên tepeserkare rejîmê di Herêma Hormozganê, êrîş kirne ser gundê Bender Kulahî û dil hebûn bi hêceta geryana bi dû tişê qaçax, malên xelkê tevtêş bikin, ku di gel berekaniya xelkê wî gundî hember bûn.
Hêzên rejîmê xelkê gund dane ber Gullan, ev yêke hinde dinê zêdetir bû sedema kerb û kîna xelkê gundê Bender Kulahî û berengarî hêzên rejîmê bûn û îzn nedan ku bihêceta bi dû geryana şevata qaçax, malan tevtêş bikin, lewma şer û pevçun hate navber û xelkê gund kevte dû hêzên rejîmê û berdanê û ji gund derêxistin.
Gorî gotina çalakvanên Belûç, hezên rejîmê hind kirine gund berdane û bi zor bi reva xwere geheştine.
Gundê Bender Kulahî gundekî mezine û hejmara rûniştiyên wî gundî ji 6 hezar kasî zêdetire û girêdayî yê bajarê Mînabê ser bi herêma Homozganê ye ku xelkê wî gundî jî, Belûçin.