Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm givaşekî zêdetir dêxe ser xudan Pez û terşên Kurdistanê

12:33 - 3 Îlon 2020

Hêzên rejîmê di çend rojên derbas bûyî de givaşekî zêde xistine ser xuda Pezan û di çend cihande dest bi ser Pezê xelkê de girtine.

Roja 2 yê meha Îlon a 2020 an, hêzên rejîmê dest bi ser birik Pezê kesekê bi navê Ehmed xelkê gundê Lorzinê li herêma Mirgever a girêdayî bi bajarê Urmiyê de girtin û sivarê maşînan kirin û gel xw de birin, lê dema ku maşînên Sipaha terorîste pastaran ku hilgirê pez bûn , di nava gundê Gêsyanê xelkê berahîk jê girtin û piştî demekê kêşe û alozî, di encamê de xelkê karîn Pezê Ehmed ji dijî geliyan bistînin û nehêlin gel xwe bibin û talan bikin.

Di dema kêşe û aloziya di navbera xelkê welatparêze Gêsyanê û hêzên rejîmê de, 10 ser Pez telef bûn, lê berxwedaniya xelkê bû sedem ku hêzên rejîmê nekarin hankî bi sanahî û bi keyfa xwe Pezê xelkê talan bikin, û hêzên rejîmê bi serşorî di ser devsa xwe de vegeriyan.

Herwisa di çen rojên derbas bûyî de hêzên rejîmê her wekî diz û cerde û gurên birsî berbûne çiya û zozanên deverên ser sinûriye Pîranşehrê û çi Pez û terşê xelkê ber wan dikeve digrin û gel xwe de dibin û nadne xudanê wan.