Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm givaşên zêdetir dêxe ser Hunermendan

11:41 - 20 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîm gefê ji Hunermendan dike û givaşan dêxe ser wan daku li Festîvala binav dehka Fecir de beşdariyê bikin.

Roja Êkşemiyê 29ê Befranbarê, Mes`ud Hukimabadî, Şanoger û amadekarê Tiatrê, bi sûçê beşdarî nekirina li festival rejîmê de, ji aliyê hêzên emniye rejîmê li bajarê Meşhedê de hate binçavkirin û bo ciheke nediyar hate birin.

Herwisa Elî Fermanî, Derhênerê Fîlmê Sînemayê û Denghilgir xelkê Bajarê Şîrazê ragihandibû ku bona hevxemî li gel malbatên şehîdên Meha Xezelwerê û Firoka Ukrayînî, beşdariyê li Festîvala Fecra rejîmê de nake, ji aliyê hêzên Îtla`atiye rejîmê li bajarê Şîrazê de hate girtin.

Piştî tepeseriya xwenîşandana xelkê Îranê li Meha Xezelwerê de ji aliyê rejîmê we, ku pitir ji 1500 kesî hatne kuştin û hezaran kes hatne destbiserkirin ku nahajî kes nizanê qedera wan çiye, herwisa piştî xistina xwarêye Firoka Ukrayînî ji aliyê rejîmê we , ku 176 kes bûne qurbanî, pareke zaf ji Sînema kar, Şanovan, Nivîskar, Helbestvan, sitran bêj, Muzîsiyen, û kesayetiyên Hunerî, ragihandin ku bona hevxemî di gel malbatên qurbaniyan beşdariyê li Festîvala Fecir de nakin.

Bi sedema beşdarî nekirina hunermendan rejîmê merasima wekirina destpêka wê Festîvala xwe hilweşand.

Her lewma demûdezgehên emniye rejîmê, bi gazî kirin û dosye çêkirin û ceza dana hunermendan, givaşê dêxne ser wan ku beşdariyê li festival fecir de bikin.