Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm hemî hewla xwe bo pêşî giritin ji birêveçûna rêûresma Newrozê dide

13:18 - 12 Adar 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê dixwaze rewşeke ewlehî û awarte di nav welat de pêk bîne, daku hevwelatiyan çavtirsandî bike û nekarin li gorî hewce di rêûresimên Newrozê de beşdarî bikin.

Bi taybetî hemî hewla hêzên rêjîmê eve ku, îzina birêveçûna rêûresim û cejna bi girse û kombûna xelkê bigire.

Lewma, ev heyama çend rojane ku, îdare û hêzên tepeserkar yên rejîmê, xelkê, bitaybet çalakvanan gazî dike, û bi givaş xistina li ser van dixwaze pêşî ji beşdarîkirina van di rêûresmên bi girse yên Newrozê de bigire.

Herwisa di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi awayekî berdewam çalakvan, edîb, stranbêj, mamosta, şêvrên gund û bajaran, û  herwisa ew kesên ku bigumanin ku di amadekariyên bernameyên rêûresman de, rolan dilîzin, gazî dikin û gefa ji wan dixwen, ku nabe çi cure rêûuresmekê lidar bixînin.

Herwiha bi navê organ û îdareyên coda, berdewam daxuyaniyan belav dikin, û xweşî û agir û govend û kombûna xelkê, li devra hev, bi tiştekî xirab û dijî çanda rêjîmê û îslam û xelkê dihesibînin.

Bêgûman hemi kes baş dizane ku rêjîm îsal ji hemî  demî zêdetir, ji xweş û xirab bûna xelkê ditirse.

Herçend wê rêjîma paremayî di dirêjiya temenê xwe yê qirêj, hemî jiyan û xweşî ûkeyxweşiya ji xelkê welatê me herimandiye û hemî tiştek ji wan tehil kiriye.