
Pêka rapora nûçegihaniya “Tesnîm” ya girêdayî bi rejîma Îranê, li bajarê “Tikab”ê ku heşîmeta wî bajarî nêzî 85 hezar kesane, ji piraniya xizmetkariyan bêpar in û ti karek bo wan nehatiye kirin.
Xelkê wî bajarî çendîn caran bi berpirsên pêwendîdar re ragihandine ku ti xizmetkariyek hewce li wî bajarî de nehatiye encamdan lê ti kesek guhnade dengê wan.
Yek ji pirsgirêkên wî bajarî di warê nebûna derman û alavên pizîşkiyê de, nebûna alava “CT SCAN” û îmkanatên niştergeriya didanan e.
Herwisa xelkê bajarê “Tikab”ê bas ji vê yekê kirine ku nexweşxaneya wî bajarî piştî çendîn sal çavnihêriyê, bi kêmtirîn xizmetkaryê ve hatiye avakirin.
Serperestê Fermandariya rejîma Îranê li bajarê “Tikab”ê “Heyderîazad” gotiye: “Ew bajar di dîroka xwe de ji tev xizmetkariyan pare maye û di vê derheqê de di nava 31 bajarên Kurdistan Îranê kêmtirîn xizmetguzarî bo hatiye encamdan.
Eva di halekê de ye ku “Tikab” yek ji bajarên dewlemend e û kangehên zêran heye û salane rejîma Îranê zêr û darayiyek zêde li wî bajarî talan dike û bo bajarên navendî yên Îranê vediguhaze û xizmetkariyan pê encam dide, yan jî milîsên çekdar ên girêdayê xwe di welatên deverê de bihêztir dike.