
Kurdistanmedia: Di demekê de basa vê yekê heye ku, renge girevgirtina giştî di Îranê de birêve biçe, û rejîm ji tirsa girevgirtinê ve her bi xwe îdare û dibistan û zanîngeh te`etîl dike.
Di demekê de ku, parek ji Saziyên Civakî û malbatên qurbanî yên xwenîşandanên vê dawiyê û malbatên girtiyan daxwaz kiribûn ku, di Îranê de girevgirtineke giştî birêvebiçe, û rejîm nîgerane ku hekî girevgirtineke seranserî hebe, dê dengwedan hebe, lewma kevtiye pîlanan û ji roja derbasbûyî ve, ji mediyayên xwe ve, piropagendê dike ku bi hegera pîsiya heva , ji malên xwe de dernekevin, û bi wê hêcetê piraniya dibistan û zanko dayxistin.
Pîlana weşartî a rejîmê jî eve bû ku, hekî girevgirtinek birêve çû, hingê rejîm rabigehîne û bi hegera pîsiya heva, hemû cihek Te`etîl bûn û bi wî awayî bixwaze çewtekariyê bike.
Rejîmê di 12 parêzgehan de, bi hêceta pîsiya hewa, rewşa awirte ragihandiye.