
Kurdistanmedia: Rejîm ji tirsê serhildana xelkê bi boneya çileya şehîdan, di hemû bajarên Îran û Kurdistanê de amade başî ragihandiye.
Pêka wan nûçeyên ku belav dibin hêzên tepeserkar a rejîmê di hemû bajarên Îranê de di halê amadebaşiyê de ne, bona tepeseriyê egera her serhildan û xwenîşandaneke xelkê.
Rejîmê bi hêceta direvîn ê pîsbûna hewa, hemû dibistan û zanîngeh te`itîl kirine.
Li ser hemû kolanên bajaran hêzên tepeserkar û kinc şexsî dana ne, û mirexesiya hemû hêzên xwe hilweşandiye.
Demudezgehên ragihandinê yên rejîmê berdewam piropagendê dikin û ji xelkê dixwazin ji malên xwe dernekevin.
Ji aliyê malbatên kuştî yên xwenîşandanên wê dawiyê û piraniya saziyên mafê mirov û çalakvanên medenî û siyasî, û bi taybetî ji aliyê hêz û saziyên siyasî yên dijberî rejîmê ve, daxuyanî hatine danê ku roja 5`ê meha Befranbarê bi boneya çîlê 1500 şehîdan, gireva seranserî di Îranê de bête girtin.
Kerb û kîn û bêzariya xelkê ji rejîmê, pendav xwariye û her dem egera teqîn û herikînê heye ku bibe şoreşeke mezin ku text û bextê wê rejîma dijî mirovî biherfîne.