
Kurdistanmedia: Îdareya îtila`atê hejmarek ji endamên girûpên tundrew desteser kirin.
Îdareya îtila`atê roja Pincşemî 2`ê Rêbendanê daxuyaniyek belavkir, pêka vê daxuyaniya rejîmê, 13 endamên girûpa terorîstî a “DAÎŞ”ê ku bo encama dana kiryarên tirorîstî û dijî mirovî perwerde dîtibûn, di parêzgeha Sine de, desteser kirin.
Îdareya îtila`at û Spaha Pasdaran îd`a dike ku, ew girtiyane girêdayî girûpên tundrew wekî DAÎŞê ne.
Ew îd`a ya rejîmê di demekê daye ku, welatên Ewropayî û Amerîka bi awayên berdewam derheq perwerdekirin û şandina girûpên tundrew ji aliyê rejîmê ve bo welatên derdorê hiştariyan didin.
Rejîma terorîstî ya Îranê bi awayê berdewam girûpên wekî Hûsiyên Yemenê, Hizbûllaha Lubnan û Heşda Şe`ibî li Îraqê perwerde dike û herwisa di warê leşkerî û çek û teqemeniyan de jî, wan dabîn dike.
Rejîm bi kiryarên wiha, ji aliyekî dixwaze kiryarên terorîstî yên xwe yên di deverê de binpeç bike û ji aliyekî din jî raya giştî derheq xwe bigûhere, û di piştevanîkirin û perwerde kirina, girûpên çekdar bo alozkirina ewlehiya cîhanê de berdewame.
Herwisa rejîm bi hincetê wiha dixwaze, di bajarên Kurdsitanê rewşeke tewav ewlehî û awarte, hakim bike.