Hezên rejîmê di wê sir û seqema zivistanê de, malên çendîn welatiyan li bajarê Banê, herifandin û xelk perîşan û bê mal û hal hêlan.
Gorî Vîdeo yekê ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, roja Sêşemiyê 5ê Kanûna Paşîn a 2021an, hêzên şaredariya bajarê Banê, bi awayekî hovane û bi lodêran dadane ser çend malên welatiya li taxa Mewlewî a wî bajarî û destkirine bi herifandina derban û malên xelkê.
Ev kiryara şaredariya rejîmê li bajarê banê, û bê mal û hal kirina xelkê, di demekê de ye ku werzê Zivistanê ye û sir û seqeme, herwisa di wê rewşa xirabe abûrî û bêkariyê de xelk perîşan dibe, herwisa ya ji hemiyan girîngtir ewe ku rewşa belavbûna Koronayê hela gefekî herî mezine li ser tendirustiya xelkê.
Gorî zaniyariyan me`emûrên şaredariya rejîmê dema nîve şewê de û bi bê agehdariya pêşîn, êrîşî ser wan malan kirine û herifandine.