Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm li parêzgeha Urmiyê madên hişber diçîne

10:51 - 18 Çirriya pêşîn 2021

Rejîm bi awayekî bizanebûn li deverên parêzgeha Urmiyê ên wekî Urmiye, Şino û Serdeştê de mijûlê çandina “Marîciwana”yê ye û gelek ciwanên wan deverane tûşê wê madeya hişber bûne.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, mohre û kirêgirtiyên rejîma Îranê bi piştevaniya Spaha Pasdaran a terorîst, li deverên Urmiyê yên wekî Mirgewer, Tirgewer û Somaûbiradustê, û li deverên Şino û Serdeştê madên hişber ên wekî “Marîciwana”yê diçînin. Ev yeka bûye sedema tûşbûna ciwanên wan deverane bi madên hişber.

Çavkaniyek agehdar daye zanîn: “Kirêgirtiyên ser bi rejîma Îranê li deverên Urmiyê bi hevkariya hin endamên Spaha Pasdaran li bajarê Şîrazê ku navenda çandin û firotina vê madeya hişber e, wê madeya hişber ber bi wan deveran ve tîne û diçînin.

Tê zanîn ku mohreyên ser bi rejîmê ev yeka li bajaroka Dize û Ziweya Mirgewer û  gundên Girdiwan, Jarawa, Gîsiyan, Girik û Rajanê de çandine û ciwanên ku temenê wan di bin 15 saliyê de ye tûşê wê madeya hişber kirine”.

Marîciwana curek ji giyayê hişber e ku zêdetir ji bo serxweşkirin û ji hişbirin tê bikaranîn û ev yeka bi derbasbûna dem wisa dike ku mirov bi yekcarî tûşê wê madeyê bike û ji tev civatgehê dûr bixe û dawiyê wekî bengiyekî lê tê.

Piraniya ew kesên ku wê madeya hişber diçînin navê wan li cem malpera “Kurdistanmedia”yê hatiye parastin, tevî vê ku çendîn caran bi wan re hişdarî hatiye dan lê dev ji vê karê ber nedane, lê ji egera berdewambûn ji wê karê gemar, dê navê tev wan kesên ku wê madeyê diçînin bê belavkirin.