
Rejîma Îranê ku berjewendiya xwe li tevdanî û netebayîya nava xelkê de dibîne, niha ku piştî çend rojan şerê di navbera Eşîrên herêma Dalaho de hatiye ragirtin û wê pêk tên, rejîmê sedan kes ji hêzên xwe kêşane wê herêmê, û tovê fitnê direşîne.
Piştî hêmin bûna rewşa aloziyên di navbera eşîrên Qelxanî û Kuwîk, roja cehdê dike ku ew şer berdewam be, û sedan kes ji hêzên sipaha terorîst kêşane bo wan deweran û bi taybetî li bajarê Serpêl Zehawê de manovran dide.
Rejîm cehdê dike ku kêşa di navbera Sunnî û Yarsanan zêdetir be, hêzên rejîmê teqê dikin û tête gotin ku 2 kes jî li Serpêl Zehawê de kuştine û cehd kiriye ku bêxe ustê aliyên xwedî kêşeye wê herêmê.
Di heyamê şerê di navbera eşîrên Qelxanî û Kuwîk de mixabin çend kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya xelkê wê dewerê ku xwedî çekin, rejîm wê kêşê bi derfet dizane ku nehêle agirê wî şerî bitemire, lewma xelkê dewerê jêveye ku egera hindê heye di dema alozî û şer de, rejîm xelkê bikuje û bêxe ustê aliyên cudaye herêmê.