Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm netifaqiyê dêxe navbera xelkê Îranê

11:55 - 13 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi mebesta netifaqî xistin di nav xelkê Îranê de, ketine cîbicîkirina pîlanên qirêj.

Karbidestên rejîmê bi armanca nehêlana yêketiya xelkê, basa hindê dikin ku dê hinek ji kuştiyên xwenîşandanên wê dûmahiyê di Îranê de, bi şehîd bihesibînin.

Di xwenîşandanên Îranê de Sedan kes ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin ku, heya niha jî rejîmê nevêraye amara serast a kuştî û birîndar û girtiyan eşkere bike.

Li ser biryara Hesen Ruhanî di hemû parêzgehan da hey`et pêk hatine ku ber dilê malbatên kuştiyan we herin.

Elî Şemxanî serok Şêvra bilind a tenahiya rejîmê gotiye ku, %85 kuştiyan li Parêzgeha Tehranê bi awayekî cihê gumanê bi çekên ne leşkerî hatine kuştin.

Şemxanî serdana malbata çend kuştiyê parêzgeha Tehranê kir û gotiye malbatên qurbaniyan ku dujminan Kurê we kuştiye.

Eve jî di halekê de ye ku, fîlm û wêne didne xuyakirin ku, hêzên rejîmê rasterast û bi çekên şer û di hinek cihan de jî, bi Helîkoptêr û doşkeyan, xwenîşander dikuştin.