
Di wan çend rojên derbas bûyî de, di paraniya Îranê de Agirpêketin çêbûne û bi curekê ku tête gotin Yêk li ser Sê ya Îranê dişevite û ji nav diçe.
Xêncî Agir pêkevtina piraniya Daristanên hemî deverên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her der agir digre , yan Agir berdidnê.
Daristan hemî şevitîn, hemî zindever ji nav çun, rejîma bê kifayet jî heya niha çi pêngavek bona çareserî û kontirola wan Agiran nehavêtiye.
Palavtingeha Neft û Benzîna Tehranê, ku bi temamî Agir girt û şevitî.
Agir pêketina Bazara Tehranê ku roja Duşemiyê Agir girt.
Ev jî Agir pêketina Enbarên Şirketa Pola ya Xûzistanê ye ku Agir pêketiye.
Parka Kiyanparsa Ehwazê ku Agir pêket û ji nav çu.
Park û cihên xweş û seyahetiye bajarê Cîroftê nava peşqelê Agir de dibe rejû.
Karxana berhem anîna rûkêşa Kursiyan di Weramînê de bi temamî şevitî.
Di Rojhilatê Kurdistanê jî Agir pêketin gelek berfirehtire.
Daristanên Zagrosê berdewam di nava Agir dene û ji nav diçin.
Çiyayê Awiyere li bajarê Sinê ku hemî ciwaniya vê di nava Agir de dişevite.
Çiya yê Dalaho li Kirmaşanê ye ku bi hegera Agir pêketinê ji nav diçe
Belê hemî Îran agir girtiye û rejîm jî çi pêngavekê bo temirandina wan agiran nehavêje, yan hêzên rejîmê hebxwe agir berdidne her derî.