Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm tenê dikare zarokên dibistanan bixapîne

12:40 - 8 Şibat 2020

Rejîm bona bi rê ve birina rêûresmên bi nav “Dehka Fecir” zarokan bikar tîne.

Rejîma Îslamî ku îsal ji hemû demên derbasbûyî pitir di nava xelkê de tenê maye, û xelk amade nîn in di rêûresmên wê de beşdar bin, û rejîm jî tenê dikare zarokê dibistanan beşdar bike.

Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Selmasê bi mebesta bi rê ve birina merasimên “Dehka Fecir” serdana gundan dike, da ku bikare bona piropagenda xwe merasiman lidar bixe, lê xelkê bêzarbûyî yên Kurdistanê bi ti awayekê amade nînin beşdarê rêûresmên Spahê bibin û xelk ji malên xwe ve der nakevin.

Dema ku li serdana Spahê bi mebesta bi rê ve birina merasimê li gundê Birûşxweran, kes amade nebûye here merasima Spahê û beşdarî bike, bi neçarî Spahê serdana dibistana wî gundî kiriye û zarok li ser polên dersxwandinê birine derve û hinek wêne girtine ku goya di wî gundî de rêûresma “Dehka Fecir” bi rê ve çûye.

Tenê rêya Ku bo Spaha terorîst re dimîne, mifah wergirtin ji zarokên dibistanên destpêkî ye.