Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm termê Şehîdan nade malbatên wan

16:29 - 23 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamiya Îranê, termê Şehîdên xwenîşanderan nade malbatên wan û xêncî hindê, daxwaza pere ji malbatên wan Şehîdan dikin.

Pêka wan nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”ê, li Bajarê Ciwanro, karbidestên rejîma Îslamiya Îranê, termê Şehîdên xwenîşandanan nedane malbatên wan.

Rejîm bo dana her termekî Şehîdan, daxwaza 15 milyon tûmen pere ji malbatên wan dike.

Ji aliyekî din we, pêka nûçên gihîştî malpera “Kurdistanmedia”ê, heçî Maşînek ku ji Bajarê “Pawê” we biçe bo Bajarê “Merîwanê”ê, ji aliyê hêzên rejîmê û kirêgirtiyên vê we, bi tundî têne tevtêşkirin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”ê ragihandiye ku hêzên rejîmê kiryarên xirab bi navê xelkê Merîwanê dikin ku heya şer û netebayîyê di nawbera xelkê de çêbikin.

Ji aliyekî din ve, rejîm bi armanca afirandina şer û nefitnê di nawa bajarên Kurdistanê de, ji rêka kirêgirtiyên xwe ve dengoyan belav dikin.

Piştî serhildana xelkê di bajarên Rojhilata Kurdistanê de, ji bilî tepeseriya xelkê ji aliyê rejîmê, Caşan jî dest di kiryarên tunûtîj dijî xelkê de, hene.

Xwenîşandan di Kurdistan û Îranê de her didome, lê bi hegera qutbûna tora Înternetê, zaniyariyê hûr derheq wan xwenîşandanan ve, berdest tunînin.