
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê tu piyanekê ji bo guhertina gundên xwedî nihosa zêde bo bajaran yên Kurdistanê nade.
Li gorî nûçeyên navxweyî ku belavbûne, gundê Baloyê yek ji mezintirîn gundê Kurdistan û Îranê tê hesabkirin ku heşîmeta vê digihîje 16000 kesî, û li gellek bajarên piçûk yên Îranê jî mezintire, lê, heya niha jî wekî bajarokek nehatiye hisabkirin.
Li gorî serjimêriya rejîmê ku îlankirine, li sala 1395`an 3 hezar û 700 malbat di wî gundî de jiyana xwe derbaz dikin û ew malbatane rastî gellek pirsgirêkan hatine û wekî nebûna îmkanatên kultûrî û sport û …hwd, û herwisa di wê gundî de betaliya ciwanan ji hemûyan pirsgirêkan zêdetir xuyaye.
Di Gelawêja 1397`an de, destûra guhertina wî gundî bo bajarokê ji aliyê Wezîrê rejîmê Ebdulriza Rehmanî ve hatibû dan, lê, heya niha jî tu piyanek bo guhertina wî gundî bo bajaroka Baloyê nehatiye dîtin.
Her di vê derheqê de jî, li sala borî Fermandarê Parêzgeha Urimyê gotibû, ew gundên ku zêdeyê 2500 kes nifos hebin, yên wekî Dize û Rajan ku serey 4000 hezar kesî heşîmet hene wê biguherin û piyana bajarokê bidin van, lê, gundê Baloyê 4 hemberî wan gundan nifos heye lê, heya niha ne ew gund ne jî Baloyê bûne bi bajarok.
Li gorî rapora Nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê gundê Baloyê heya niha çendîn caran dawxaz ji berpirsên rejîmê kirine da ku hewcehiyên wî gundî dabîn bikin û gundê van yê xwediyê 16000 nifosî jî bibe bajarok, lê, berpirsên rejîmê ne soz û qewlên xwe cîbicî kirine ne jî bersiva daxwazkariyên gundiyan dane.
Gundê Baloyê li 7 KM ya bajarê Urmiyê hilketiye û li ser riya dinavbera bajarê Urmiye bo Selmasê ye û weke gundeke xwedî heşîmeteke zêde li Kurdistan û Îranê hatiye hesibandin.