Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm “VPN”ê dijefîltirîng ên sîxurî diafirîne

11:36 - 15 Nîsan 2020

Cihgirê Tora Civakî ê Dadsitana Giştî a rejîma Îranê, Cewad Cawîdniya, daye zanîn ku hemû fîltirşikenên “VPN”î di Îranê de neyasayî ne, û dibe Îran bi xwe wan “VPN”an biafirîne.

Herwisa navbirî gotiye: “Diyar nîne ew “VPN”ane kengê dêne bazarê, lê terha afirandina fîltirşikena “VPN” ji aliyê hêza dadwerî ve hatiye pejirandin û dê di demên zû de bê nav bazaran.

Axavtinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, rejîm ji rêya hemû “app”ekê ve dixwaze sîxuriyê bike, rejîm bi afirandina wan “app”an destpêragihîştin bi herêma şexsî a hevwelatiyan peyda dike.

Pêka yasa cîhanî ti welatek nikare destpêragihîştin bi herêma şexsî a hevwelatiyên xwe hebe, tenê di demên hewce de û bi destûra fermî a dedgehê dikare destpêragihîştin bi herêma şexsî a wan bikarhênerên “app”an hebe.

Lê rejîma Îranê bi afirandina wan “app”an dest didanê li ser herêma şexsî a hemû hevwelatiyekê û bi bê ti yasayeke dadgehê wî karî xeyreyasayî dike.

Rejîma Îranê piraniya “app”ên wekî “Facebook, Telegram, Twitter û gelek “app”ên din, fîltir kirine û xelk neçar in bi fîltirşikenên wekî “VPN”, serdana wan “app”an bikin.