
Rejîma dagîrker a Îranê di berdewamiya destdirêjiyên xwe de îro dest avêtiye bi topbarana navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê.
Sibêdeha îro roja Çarşemî, rêkevta 21`ê Banemera 1401`an a Rojî, bo carek din binkeyên leşkerî yên rejîma terorîstî ya Îranê, navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir.
Pêka raporan, rejîma dagîrker a Îranê, navçeya Berbezîn li devera Sîdekanê, bi gulleyên katiyûşa û top bi tundî topbaran dike û ev bombebarane berdewam e.