Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran “DAIŞ”a nû çê dike

17:55 - 18 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îran, hewl dide da ku “DAIŞ”a nû di herêmê de çê bike, û  bo gihîştin bi armancên xwe mifahê jê weribigire.

 Welatê Amerîkayê hişdarî daye ku,  rejîma Îranê hewl dide, û dikare jî hêzeke  têkder û şerxwaz  wekî girûpa terorîst a DAIŞ`ê,  di Rojhilata Navîn de çê bike, û her eva jî  metirsiyeke mezin e, bo welatên herêmê.

Her di vê pêwendiyê de jî, “James Franklin Jeffrey” nûnerê taybet yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê, yê di karûbarê Sûriyê de, di şeşmîn civîna salane ya “Defense One” de daye eşkerekirin ku,  encamên leşkerî  yên rasterast bo şikestdana Îran, û girûpên hevpêyman, bi taybet çekdarên  Şî`e bes nine.

Wî berprisê Amerîkayê bas ji vê jî kir ku, me bo pêşîgiritin ji destêverdanên rejîma Îranê, hewcehî bi welateke aram heye, û hekî em arîşeyên serekî çareser nekin rejîma Îranê  DAIŞeke nû  wê çê bike

Destêverdanên rejîma Îran di warê  alîkariyên çek û teqemeniyan û perwerdekirina leşkerî bo girûpên çekdar, û herwisa zefbûna bandên sîxorî yên rejîma Îranê, di nav welatên deverê de, bi awayekî berçav xuya ye.

 Piştevaniya rejîma Îranê ji terorîzmê, bi rengekî berdewam nerazîbûna welatên herêm û Rojavayî, li pey xwe hebûye, û wezareta Karê Derve yê Amerîkayê jî, rejîma Îranê, wekî yekem welat derheq, piştevanîkirin ji terorîzmê di cîhanê de daye naskirin.