Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran derheq amara Koronayê çewtekariyan dike

13:26 - 13 Hezîran 2021

Bi sedema nebûna vaksena Koronayê û kombûnên pêwendîdar bi hilbijartinê, amara qurbaniyên Koronayê di Îranê de, çend hember bilind bûye.

Belavbûna corên din ên vîrûsa Koronayê wekî vîrûsa Hindî di Îranê de, rewşa tûşbûn bi Koronayê metirsîdartir kiriye.

Di vê derheqê de Endamê Komîteya Zanistî ya Lihemberderketin li dijî Koronayê, “Mesûd Mîranî” gotiye: “Di wan du û sê hefteyan de, dê hejmara qurbaniyên Koronayê her sê hejmar bimîne”.

Axavtinên wî karbidestê rejîmê vê yekê nîşan dide ku, rejîm di belavkirina amara qurbaniyên rojane yên Koronayê de çewtiyan dike û amareke serast belav nake.

Navenda Tendirustiya rejîma Îranê duh roja Şemî 22`ê Cozerdanê, amara canjidestdayî û pêketiyên Koronayê di tev Îranê de wiha belav kiriye: “115 canjidestdayî û 7,444 pêketî”.

Pêka axavtinên “Mesûd Mîranî”, an ku rojane di Îranê de 375 kes bi Koronayê canê xwe ji dest didin.