
Kurdistanmedia: Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “Centcom”, rejîma Îranê li dest hebûn di êrîşên li dijî gemiyên neftê de tawanbar da zanîn.
Amerîkayê êrîşa roja Pênçşemî 13`ê Hezîrana 2019`an ku li dijî du gemiyên neftê li behra Umanê hatibû encam dan, day zelalkirin ku, rejîma Îranê di vê êrîşê de dest hebûye.
Stada navenda Fermandehiya”Centcom” a Amerîkayê bi weşana kurte vîdyoyekê êrîşa bo ser du gemiyên neftê, daye zelalkirin ku, rejîma Îranê di vê êrîşê de dest hebûye.
Wezîfedarên gemiyên neftê, piştî êrîşa ku li djî gemiyan hatine encam dan, bi girtina kurte vîdyoykê nîşan didin ku, hêzên Spaha Pasdaran çavan nêzîkî van gemiyên ku kirine armanc dibin, û bi weşana vê kurte vîdyoyê dane zelalkirin ku Spaha Pasdaran di vê bûyerê dest hebûye, çimkû berê jî, di destpêka Şoreşa Îslamî ya Îranê de, hêzên Spaha Pasdaran bi bereday kirina mînan li ser rêya gemiyan ev kiribûne armanc.
Di vê kurte vîdyoyê de, bi rohnî xûyaye ku, hêzên Spaha Pasdaran piştî teqîna mînê, bi belemekê nêzîkî van gemiyên neftê dibin û hewl didin da ku hin tiştan li cihê bûyerê dexînin.
Herwisa balyozê Amerîkayê yê di Saziya Navneteweyî de jî ragihandiye ku: Tu girûpên din yên di deverê de, xwediyê çavkanî û hêza hewce bo encamdana êrîşên wiha hûr nînin, lê, niha rejîma Îranê, alavên şer yên hewce, zanist û îtila`atên ewlehî, bo encam dana êrîşên wiha ji ber dest hene.
Her di vê pêwendiyê de, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê “Mikk Pompeo” jî, di gotûbêjekê de, rejîma Îranê di rol hebûn di encam dana vê êrîşê de tawanbar daye zanîn.