Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran di nav karûbarê welatên devere de mudaxilê dike

12:29 - 17 Nîsan 2020

Mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê “Qerebax”ê de, nerizayetiya Komara Azerbancanê li pey xwe ve hebû.

Cihgirê Wezîrê Derve ê Azerbaycanê “Xelef Xelefof”, di hevpeyvîneke telefonî de digel wekhevê xwe “Ebas Îraqçî û Cewad Cehangîrzade”, balyozê rejîma Îranê di Azerbaycanê de, li derheq şandina kelûpelên hewcehî û neft bo devera “Qerebax”, nerizayetiyên xwe nîşan daye û ew yeke mudaxileya rejîma Îranê di nav karûbarê wî welatî de daye zanîn.

Malpera fermî a Wezareta Derve a Azerbaycanê, ji înkar û redkirina wê mijarê ji aliyê rejîma Îranê ve daye zanîn.

Dorgirtina Kamiyonên rejîma Îranê di “Qertebax”ê de, nerizayetiya xelkê wê deverê li pey xwe ve hebûye û dane zanîn ku ajotvanên Îranê vîrûsa Koronayê bo “Qerebax”ê vediguhazin.

Armanca rejîma Îranê ji şandina kelûpelên hechewî bo devera Qerebax, hevkarîkiribn bi xelkê re nîne, belkî bi navê ola Îslamê û dîn di halê mudaxilekirin di nav karûbarê welatên deverê de ye û bi wî awayê piropagendeya îdolojiya Şî`egerayî dike.

Devera cihê gengeşeya “Qerebax”, piştî şerê sala 1991`an di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, ketiye bin desthilata Ermenistanê û rejîma Îranê jî bi geşkirina agirê fitneyê û pevçûn di navbera wan du welatan de, di hewila wê yekê de ye ku di wî welatî de jî armancên xwe vala bike.