
Rejîma Îranê bo Sêyem car ji bo hildana mahwara pêwendiyan bê encam ma.
Wezareta Berevanî ya rejîama Îranê ragihand, mahwareya Zefer piştî ku bo esman hate şandin, nekarî bigihe leza hewce û ji ber wê, mahware di bazneya destnîşankirî de cih negirt.
Berdevkê Beşa Fezayî ya Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê, Ehmed Husêynî ragihand, ku mahwara “Zefer” piştî hildanê tenê 9 xûlekan ber bi esman ve bilind bûye û paşê ketiye.
Pêka gotina Berdevkê Beşa Fezayî ya Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê, du qonaxên proseya hildana mahwarê bi diristî û bi temamî hatin encamdan, lê di qonaxa dawî de mahware negihîşt leza hewce û ji ber wê di banzeya diyarkirî de cih negirt.
Wezîrê Pêwendî û Fenawerî ya rejîma Îranê, Azerî Cehromî ragihandiye, sedema serkevtînebûna şandina mahwara “Zefer” bo esman, pirsgirêka teknîkî di motora mahwarehilgira Sîmorxê de bûye.
Ew mahwara esmanî a rejîma Îranê di panava (Oqyanûs) a Hindê de ketiye xwarê.
Bi wî awayî eve sêyemîn care ku rejîma Îranê mahwarê dişîne esman lê bê encam dimîne.
Rejîma Îranê tev bûdceya welat terxanê karê wiha dike û di dawiyê de hemû ew bûdceye heder diçe.