Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran dixwaze “app”ên torên civakî yên bîhanî bi giştî di Îranê de dabixe

10:54 - 25 Tebax 2020

Komek bi nav nûnerên meclîsa rejîma Îranê, terhek pîşniyar kirine ku “app”ên torên civakî yên bîhanê bêne daxistin û di cihên wan de appên navxweyî bikar bînin, ku piraniya wan “app”an ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatine çêkirin bo karên sîxurî.

Terhek ku ji aliyê komek bi nav nûnerên meclisa rejîmê ve hatibû pîşniyarkirin, bo wê ku bibe yasa spartine bi dewletê.

Di wê terhê de hatiye ku, înternet bi giştî dikeve destê hikûmetê û gişt “app”ên navxweyî jî, li jêr çavdêriya hikûmetê de dibin.

Herwisa ew terhe saziyekê li jêr navê “heyeta samandehî”, ku pêk hatiye ji, Serokê Navenda Torên Civakî, Nûnerê Wezaretxaneya Ragihandin, Îrşad, Dadsitanê giştî yê rejîmê, Komîsiyona Ferhengî, Deng û Rengê rejîmê, Îtila`ata Spaha Pasdaran û Saziya Teblîxat û Hêza Întizamî.

Bi wî awayî tev “app”ên torên civakî yên bîhanî yên wekî, Watisap, Facebook û Telegram û …hwd dê bêne daxistin.

Êdî destê rejîmê û Spaha Pasdaran a terorîst ji bo sîxurîkirina hêrêma taybet ya bikarhênerên torên civakî vala dimîne û dikarin ji bo tepeseriya xelkê hemû kiryarekê bikin.