Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran girûpa terorîstî ya Hizbulahê li Sûriyê vedikişîne

11:38 - 30 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îran bi sebeba givaşên baykutan, girûpa terorîstî ya Hizbulaha Lubnanê li Sûriyê vedikişîne.

Roja Çarşimî 29`ê Gulana 2019`an, Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, baykutên wî welatî, rejîma Îranê neçar kiriye da ku, çekdarên girûpa terorîstî yên Hizbulaha Lubnanê li Sûriyê vekişîne.

Her di vê pêwendiyê de, “The Jerusalem Post”, di raporeke xwe de wiha nivîsiye ku, baykutên aborî yên Amerîkayê, girûpa Hemas û Spaha Pasdarana terorîst jî rastî tengahiyan kiriye û niha  ev neçarin dev li Sûriyê berdin.

 Herwisa di heyama hefteyên derbazbûyî de, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûne û rayedarên Amerîkayê jî ragihandine ku, zaryariyên nû nîşan didin, metirsiyên gefxwerinên rejîma Îranê yên li dijî me micidtir bûne.

Rayedarên Amerîkayê, rejîma Îslamî a Îranê mezintirîn piştevanê terorîzmê li cîhanê didin hesbandin.

Hilzbulah û Hemas du girûpên teroroîstîne ku ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve piştevaniyên malî û çek û teqemeniyan tên kirin.

Rejîma Îranê li heyama 40 sal temenê nehs û bîyom yê xwe, bi piştevanîkirina ji girûpên terorîstî, ewlehî û aramiya dever û cîhanê têk daye, û ev rejîma bi berdewamî ji aliyê saziyên mafê mirov û welatên din bi sebebên han hatiye şermezarkirin.