Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran ji rêya “application” ve diziyê dike

11:55 - 17 Nîsan 2020

Rejîma Îranê di wê rewşa krîzî a Koronayê de, ne tenê hevkariya xelkê nekiriye, belkî ji her rêyekê ve destê xwe kiriye di berîka xelkê bêdahat de û wan talan dike.

Di heyama wan rojan de ku bi sedema Koronayê dibistan hatine daxistin, rejîmê “application”eke bi navê “ŞADΔ afirandiye bo dersxwanan ku bi awayekî anlayin dersê bi dersxwanan re bêjin, û di dema navnivîsîn di nav wê “application” de nêzî 150 hezar tumen li hesabê xelkê didize.

Eve jî di halekê de ye ku, di welatên Ewropayê de “application” afirandine bo dersxwanan, lê bi awayekî belaş û bi awayê anlayin dersê bi dersxwazan re dibêjin.

Lê berevajî, rejîma Îranê tenê wan “application”an, bo karê sîxurî û talankirina dahata xelkê diafirîne.

Berpirsên rejîmê di wiha krîzan de, tenê di fikra berîka xwe de ne û hevwelatî bo wan girîng nînin, û wê dahatê terxanê Hizbulaha terorîst a Lubnanê dikin.