
Rejîma Îran bo xapandin û zêdetir birçîkirina xelkê dest avêtiye pîlanên cuda û di Kurdistanê de ew xwarin û kelûpelên ku di enbaran de ragirtibûn yan yên ku di bazaran de mabûn û heyama bikaranîna wan derbas bibye diofroşe xelkê.
Li "Guwêktepe" yê bajarê "Mehabad"ê rejîmê kelûpelên weke "ça, şekir û birinc" belav kiriye, û her di vê derheqê de xelkê deverê gotine ku, ew birinc û ça dema bikaranîna wan derbasbû ye û bo xwarinê nabin.
Bo wan kelûpelên xwarinê ti xalek tendirûstiyê nehatiye berçavgirtin û tenê mebesta rejîmê qazanca wê û mijûlkirina xelkê di rêza kirînan de ye.