Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran tîmên terorê bo Îraqê vediguheze

12:47 - 1 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê ji bo serkutkirina dijberên xwe di Îraqê de, tîmên terorê bo wî welatî vediguheze.

Li gorî nûçeya ku rojnameya “Daily Telegraph” belavkiriye, Qasim Silêmanî, berpirsê hêza Qods a Spaha Pasdaran,  tîmên terorê yên xwe bi merema  jinavbirina dijberên rejîma Îslamî yên di Îraqê de, di wî welatî de rêkixistine.

Wê rojnameyê bi piştgirêdan bi axavtinên berpirsên ewlehiyê yên welatê Birîtaniyayî yên di Îraqê de, ku berpirsayetiya perwerde û hînkirina hêzên leşkerî yên Îraqê bi stûyê vane, ev nûçeya belav kiriye.

 Di berdewamiya vê nûçeyê de hatiye ku, piştî piroseya hilbijartinê yên di meha “May” a 2018`an di Îraqê de,  û ser nekevtina  mohreyên berbijêrkirî yên rejîma Îranê di parlemana Îraqê de, û herwisa şikesta rejîmê  di pîlanên avakirina dewleteke nû di Îraqê de, li gorî xwastekên xwe, niha tîmên terorê yên xwe bo wî welatî veguhastine.

Berpirsekî payebilind yê  Birîtaniyayî di vê derheqê de gotiye ku: “Rejîma Îranê ji riya bikar anîna girûpên terorê, û hewl bo bêdengkirina dijberên xwe dide, û bi wî rengî dixwaze tirs û hovîtiyê di nav Îraqê de belav bike.

Herwisa di berdewamiya axavitinên  xwe de, ev hewla rejîmê, kiryareke cihê şermê pênase kiriye û gotiye ku: “Eva hewleke cihê şermê bo rejîma Îranê, derheq sernekivtina hewlên wê di Îraqê de, û kêmkirina detêverdanên rejîma komara Îslamî di Îraqê de ye.

Rejîma Îslamî ji aliyê, welatên herêmê bi awayekî berdewam bi vê yekê hatiye tawanbarkirin ku destêverdanê di karûbarên wan welatan de dike, û bo çend caran jî ji aliyê welatên Erebî ve hişdarî hate dan.