Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 100 hezar hiktar erdê giştî bi navê “Astana Qudsa Rezewî” tomar kiriye

17:02 - 27 Hezîran 2022

Di meşa destbiserdagirtina erdên giştî li Îranê, wê carê Dezgeha Dad a rejîma Îranê 100 hezar hiktar ji erdên giştî yên xelkê Îranê li parêzgeha Xurasanê li ser navê “Astana Qudsê Rezewî” tomar kir.

Pêka rapora Nûçegihaniya Tesnîm a girêdayî rejîma Îranê, Berpirsê Saziya “Tomarkirina Belge û Milkên Îranê” “Hesen Babayî” gotiye: “100 hezar hiktar bi navê Astana Qudsa Rezewî hatiye tomarkirin û biryar e ku 130 milyon hiktar bi navê navendên din ên cuda bêne tomarkirin”.

Rejîma Îranê bi tomarkirina erdê giştî li jêr navê navendên Olî, dest bi ser erdê giştî yê xelkê Îranê de digire û li jêr wan navan bo xwe tomar dike.