Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 19 sal e ku ava gemar bi xelkê Sineyê dide

16:27 - 5 Çirriya paşîn 2021

Meha Reşemeya sala 1381an a Rojî, barhilgirek ku 30 hezar lêtir madeya kimiyayî ya “MTBE” ku bo berhemanina benzînê mifahê jê verdigrin, li tenişta bendava Sineyê rastî bûyerekî hatibû û ew madeya kîmiyayî bi tevawî rijyabû nav ava bendava “Qişlax”a Sineyê, di wê demê de karbidestên pêwendîdar ti hewlek bo paqijkirina wê bendayê ji madeya kîmiyayî nedan.

Eva di halekê de ye ku bendava Qişlax a Sinê, çavkaniya ava vexwarin a piraniya xelkê bajarê Sineyê ye.

Di wê demê de bisporan ragihandibûn ku divê ava bendavê bê betalkirin û binê bendavê ji bi baştirîn şêwazê bê paqijkirin lê 19 sal li wê bûyerê derbas bûne û ti hewlek bo paqijkirina wê bendavê nedane.

Bi sedema rijyana wê madeya kîmiyayî, ava bendavê tam û bêhneke pîs heye û heyameke zêde ye ku xelk rastî nexweşiyên cur bi cur tên.

Rûniştiyên Sineyê neçar in bo dabînkirina ava vexwarina xwe mifah ji çavkaniyên sirûştî verbigrin an bi tankeran avê bikirin.

Heta niha çendîn caran xelkê Sinê skala tomar kirine û tevî vê yekê ku berpirsan ti bersiveke wan nedane bi wan re dibêjin ku wê avê ti pirsgirêkek tinîne.

Bi sedema xirabiya rê ya qiraxa bendavê, li navbera sala 1381an heta sala 1400an a Rojî, zêdetir ji 70 tanker tûşî bûyerên hatûçûnê bûne.