
Hêzên rejîma Îranê 22 kolberên Kurd li sînorên “Birwêşkan” a Baneyê binçavkirin.
Roja Pêncşemî, 29ê Çirriya Pêşîn, 22 kolber li bajarê Seqizê li dema kolberiyê li nav maşînan, bê hêbûna belge û barê qaçax li ser sînorê “Birwêşkanî” ya gundê “Kêlê” ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Ew kolberane demjmêr 2ê piştînîvro heta 8ê şevê di girtîgeha Îtilaata “Hengê sînorî” de hatibûne ragirtin û bêrêzî bi wan re hatibû kirin.
Ew kolberane di odeyek biçûk de hatbûne ragitin û bi sedema ragirtina wan di wê odeyê de digel karbdestên rejîmê rastî şerê devkî hatine.
Ew kolberên bêtawan piştî 6 demjmêran hatine azadkirin, lê hemû kelûpêlên wan yên şexsî ji wan hatine sitandin.
Xelkekê zêde li bajarên Kurdistanê bi sebema nêbûna derfeta kar û dahata rojane rû li sînoran dikin bo karê kolberiyê û canê xwe bo peydakirina nan dêxine metirsiyê.