Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 25 kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60 heye

12:04 - 5 Çirriya paşîn 2021

Berdevkê Saziya Vizeya navkî yê rejîma Îranê, “Bêhrûz kemalwendî” gotiye : “Me 25 kîlo Uraniyom bi tîratiya %60 berhem aniye û bi tenê welatên ku çeka navkî hene şiyana berhemanîn a bi wî qasî hene”.

 Berdevkê Saziya Vizeya navkî yê rejîma Îranê, “Bêhrûz kemalwendî” li roja Çarşemiyê li cihê balyozxaneya berê ya Amrîkayê li Tehranê bi tekezî daye zanîn ku pêka pesendkirina meclîsa Îslamî, diviya 120 kîlo Uraniyoma a bi tîratiya %20 bihata berhemanîn lê niha me 210 kîlo Uraniyoma %20 heye û me 25 kîlo Uraniyona meyandî bi tîratiya %60 jî heye”.

Gotinên wê berpirsê rejîmê di halekê de ye ku biryar e li 8ê meha Sermawezê (29ê November 2021” dewra nû ya danûstandinên bo zîndîkirina Bercamê dest pê bike.

Welatên Birîtaniya, Feranse û Almaniyayê pêşkevtinê navkî ên rejîma Îranê bi ti awayekî qubûl nekirine û hev dem bi tekezî ragihandine: “Îran divê niha berhemanîna Uraniyoma filizî û meyandina Uraniyomê bi tîratiya %60 rabigre”. Lê heta niha rejîma Îranê bi hemû çewtekariyan, meyandina Uraniyomê domandiye.

Bo berhemanîna bomba navkî rejîma Îranê hewcehî bi Uraniyoma %90 heye û eger rê jî Îranê neyê girtin dê wê qas Uraniyomê jî berhem bîne, hevdem Îsraîlê jî ragihandiye ku bi hemû şêwazekê dê rê ji Îrana navkî bigre.