Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 3 kes ji xelkên Belûç Îdam kirin

10:56 - 28 Çirriya paşîn 2021

Rejîma Îranê ji roja Pêncşemiya derbasbûyî ve heta niha 3 kes ên xelkê Belûç îdam kirine ku 2 kes ji wan li Roja Pêncşemî û yek ji wan li roja Şemiyê de hukmê îdamkirina wan hatiye cîbicîkirin.

Roja Şemî 27ê Çiriya Paşîn, hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Mecîd Sergulzayî” di girtîgeha bajarê Zahidanê de hatibû îdamkirin û herwisa li roja Pêncşemiya derbasbûyî de 2 kesên din ên xelkê Belûç ên bi navên “Abdulsetar Rehmet Zêhî (Şebexş) û Xanmihemed Rehmet Zêhî” di girtîgeha navendiya bajarê Kirmanê de hatine îdam kirin.

Rejîma Îranê bi sepandina cezayên giran li ser xelkê Belûç û idamkirina wan di gitîgehan de hewla jinavbirîn û asmîlekirina gelê Belûç dide û pêka amarên belavbûyê ji destpêka sala 2021an a Zayînî ve heta niha zêdetir ji 56 hevwelatiyên Belûç îdam kirine.

Rejîma Îranê bi dijayetiyeke sîstematîk digel kêmîneyên netewî ên wekî Kurd, Belûç û Ereb hewla jinavbirina wan neteweyan dide.