Di halekê de ku rejîma Îranê berqa xelkê Îranê hemû rojan û hercarê çendîn demjimêran qut dike, lê 70 Migavat berqê dide Pakistanê.
Dewleta Pakistanê bo dabînkirina berqa qiraxava Giwadir 70 migavat berqa Îranê kiriye û berê jî bi qaseke kêmtir berq ji Îranê dikirî, lê bi sedema dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê nedikarî qaseke zêdetir berqê ji Îranê bikire, lê niha rejîma Îranê 70 Migavat berqê dide Pakistanê.
Rejîma Îranê bi bê berçavgirtina hewcehiya xelkê, berqê dide welatên derdora xwe ku yek ji wan welatan jî Îraq e.
Tevî ku rejîma Îranê %40 a berqa Îraqê dabîn dike û hêj nekariye bi serastî perê berqê ji Îraqê bistîne, niha 70 Migavat berqê dide Pakistanê lê xelkê Îranê bi sedema qutbûna berqê rastî xisarên giran hatine.
Rejîma Îranê di demekê de Berqê difiroşe welatên dinê ku di Îranê de Beşên werzigarî û çandiniyê, berhemanîna xwarinan, pîşeya goşt û kargehên cuda û çendîn navendên berhemanînê û herwisa bazar di Îranê de bi sedema qutbûna berqê rastî xisarên giran û pirsgirêkên micid hatine û heta di wê rewşa dijwar a Koronayê de berqa nexweşxaneyan jî gelek caran qut dikin.