Serokê berê yê Banka Navendiya rejîma Îranê “Ebdulnasir Himmetî” gotiye: “Dewletê heta dawiya meha Xezelwerê, 80 hezar milyard Tumen perê bê piştevane çap kiriye.
Serokê berê yê Banka Navendiya rejîma Îranê “Ebdulnasir Himmetî” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê a bi navê ma gelo çapkirina pere rawestiya ye? tevî îşarekirin bi çapa bê piştivane ya 80 hezar milyard Tûmenî ji aliyê dewletê ve gotiye: “Dabînkirina malî ya dewletî ji bankan û rakirina pere ji Banka Navendî bi rêjeya 80 hezar milrad Tumen heta dawiya meha Xezelwerê bi tenê çapkirina pere ye”.
Kabîneya Reîsî bi danîna baca zêdetir li ser avahiyan, pîşe û ticaret û firotina zêran, hewla dabînkirina bûdceya sala bê dide û bi awayek dixwaze kêmanîne bûdceyê bi wan rêyan dabîn bike.
Çapkirina pereyê bê piştevane karlêkeriya rasterast li ser bilindbûna enfilasiyonê heye û nirxa hewcehiyan bi nişkê ve bilind dike û bênirxbûna zêdetir a perê Îranê li pey xwe tîne.
Rejîma Îranê tevî talankirina neft, gaz, kangeh, daristan, ax û ava xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hêj nekariye kêmanîna bûdceya îsal û bûdceya hewce bo sala bê dabîn bike, lewma rû bi çapkirina perê bê piştivane kiriye ku xelk tûşî enfilasiyona zêdetir û bilindbûna zêdetir ya nirxa hewcehiyan dibe.