Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê agirberdaye jîngeh û çêrîngeha devera Şamî li Şarwêrana Mihabadê

19:03 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”ê, kesên girêdayê rejîma Îranê di devera “Şamî” ya “Şarwêran” a girêdayê bajarê Mihabadê de, agirberdane jîngeh û çêrîngeh a wê deverê û bi vê sedemê bi 10an hiktar ji zewiyên wê deverê şewitîne.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye ku ew agir bi şêwazekê hatiye hilkirin ku li nêzê gundê “Daşxane”yê ser bi devera “Şarwêran”ê ber bi gundê “Befrewan”ê li devera “şamat” a Mihabadê ve berfirehtir bûye.

Herwîsa wê çavkaniyê daye zanîn ku rejîma Îranê hewlê dide ku, jîngeha wê deverê ji nav bibe.

Çêrîngeh û qamûşên wê deverê cihê jiyana bi 10an corên ajelên kuvî û balindeyan e û herwisa cihê çêrîna ajelên gundiyên wê deverê ye.

Pêka zaniyariyan, ew agirpêketin bi qasekî berfireh bûye ku xelkê gundên “Gird Yaqûb, Befrevan, Qulesen, Daşxane û Kunêdê”yê bo bitemirandina agîr çûne cihê agirpêketî lê, agir bi qasekî befireh û bi hêz e ku nekarîne wî agirî kontrol bikin.

Pêka zaniyariyan bi sedema wî agirî, xelkê wê deverê ajelên xwe ji agir dûr xistine û beşeke ajelên wan jî bê serûşûn in.

Hevdem berazên qobiya wê deverê bi sedema agirpêketinê ji wîr revîne û jingeha wan ji nav çûye.

Herwisa çend rojan berî niha di devera “Şarwêran”ê de kesên girêdayê rejîmê bi teqandina kangeha nêzî qobiya “Kanî Berazan”ê xisareke gelek zêde bi jîngeha wê qobiyê dane.