Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ajantiyê bi destengan dike

11:10 - 29 Îlon 2018

Kurdistanmedia:  Rejîma Îranê ji aliyekî ve xelkê di hejarî û destengiyê de radigre, ji aliyekî ve jî ajantiyê bi wan dide kirin.

Rejîma Îranê ku hertim bîr ji parastina deshilata xwe dike, û her riyekî diceribîne bona mana li ser kursiyê deshilatê, desteng û hejarhêlana xelkê welat jî, her di vê çarçoveyê de ye. Destenghêlana xelkê û birçîkirina xelkê bona vê ye ku hertim xelk stûxwarê wê bin.

Wekî hertim ew bi timayîbirina xelkê bo pere, wan dikêşin nava dem û dezgehên xwe ên ajantiyê de, û bi vî awayî dixwazin li ser hisaba çavdêrîkirina dijberên xwe, û destbiserkirin û îşkenceyê berdewam bin li ser deshilatdariyê.

Niha jî ku li jêr barê giran ê dorpêçan de, rejîm pişt lê çemiyaye, û di encam de her tişt giran û girantir bûye, rewşa xelkê jî bêguman di encama vê siyaseta rayedarên rejîmê, rewşeke gellek dijwar e, û peydakirina pariyeke nan jî bo hinekan bûye hêvî û xwaziya herî mezin.

Li gora van raporên ku di vê derheqê de digihîjin malpera “Kurdistanmedia”yê, li hinek bajarên Kurdistanê rejîmê daxwaz ji destengan kiriye ku hekî tenê karê çavdêrîkirina xelkê û ajantiyê ji bo dezgehên wan ên Îtila`atî bikin, mehê wê pereyekî baş bidin wan.

Herçend eva siyaseta hertimî ya vê rejîma gendel û dijîgelî bûye, lê niha ku di bin zexta herî zêde de ye, û mana xwe bi tewahî di metirsiyê de dibîne, zêdetir ji her demî hewlekî weha dide.