Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê alav û çekên giran bo sînorê Qerebaxê veguhastin

12:16 - 25 Çirriya pêşîn 2020

Spaha Pasdaran a terorîst hejmareke zêde ji alav û çekên giran bo ser sînorê Qerebaxê veguhastin û çendîn hêz di wê deverê de cihgîr kirine.

Spaha Pasdaran a terorîst zêdetir ji 30 tang û maşînên zirêpoş bo sînorê Qerebax û wan deverên şer yên ku cihê milmilaniya Ermenistan û komara Azerbaycanê ne cihgîr kirin.

Heta niha leşkerê “25ê Kerbela” yê Spaha Pasdaran a terorîst û leşkerê “16ê Zirêhî” yê Arteşa rejîma Îranê bo sînorên bajarê “Xuda Aferîn” û “Qerebax”ê hatine veguhastin.

Fermandeyê hêzên bejayî ya Spaha Pasdaran a terorîst, cihgîrkirina alavên leşkerî û yekeyên Spaha Pasdaran a terorîst, erê kir.

Rejîma Îranê û fermandeyê hêza bejayî ya Spaha pasdaran a terorîst, veguhastina alav û hêzên leşkerî bo sinorê bajarê “Xuda Aferîn” bona berevanî ji sînorên parêzgeha “Tewrêz”ê dane xuya.

Ji despêka şerê li navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li ser devera “Qerebax”ê, deverên sînorî û hevkevşenê Îranê , heta niha bi 100an mûşek û rakêt li nav gundên sînorî yên bajarê “Xuda Aferîn” ketine.