Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê alavên nû yên santrîfiyûj li Netenzê de dabezandine

12:34 - 22 Nîsan 2021

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li raporekê de daye zanîn ku, Îran santrîfiyûjên nû li binkeya navkî ya meyandina Uraniyom li “Netenz”ê dabezandine.

Roja Çarşemî 21ê Nîsanê, Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ragihandiye: “Îran li binkeya Navkî ya Netenzê de heta niha 6 sûlav ên heta asta 1044 a alavên Santrîfiyûjên IR-2M û 2 sûlav heta asta 348 a alavên santrîfiyûjên IR-4 danîne ku li hejmarek ji wan alavan mifah têwergirtin”.

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li rapora berê de li 31ê meha “March” a îsal ragihandibû, ku 696 santrîfiyûjên IR-2M û 174 santrîfiyûjên IR-4 çalak kirine.

Pêka nûçegihniya “Reuters”ê, li rapora nû ya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî de hatiye ku, Îranê Ajans agehdar kiriye ku dixwaze alavên zêdetir ên Santrîfiyûjên IR-4 li Netenzê de dabezîne.

Piştî teqîn li navenda Navkî ya meyandina Uraniyom a li “Netenz”ê, Serokê Navenda Lêkolînên Meclîsa rejîmê “Elîriza Zakanî” dabû zanîn ku, di wê teqînê de çendîn hezar alavên Santrîfiyûj xisar dîtin û ji nav çûn.