
Elî Xamineyî Rêberê rejîma Îranê di axaftineke Televîzyonî de Roja Yekşemiyê got pêşniyara Amerîka ya pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Îranê bona berengariya di gel Vîrûsa Korona yê tiştekî cihê heyrî manê ye.
Elî Xamineyî got: egera hindê heye ku alîkariya Amerîka bibe sedema man û berbelavtir bûna Korona yê di Îranê de.
Waşintonê gotibû ku di rewşeke dijvare ku xelkê Îranê têdaye, ew dikare alîkariyên mirovî ji bo Îranê pêşkêş bike.
Elî Xamineyî herwisa got ku egera hebûna êrişa cinan bo ser Îranê heye ku Korona anîne Îranê.
Dem û dezgehên ragihandinê ye rejîmê axiftina Xamineyî li derheq egera hebûna êrîşa Cinan bo ser Îranê, di dema weşana dawî de hezif kirin.
Bo cara yekemîne ku ev parek ji axiftina Xamineyî li media yên fermiye rejîmê de hate hezifkirin.
Li Rojhilata Navîn, Îran welatê herî bêhtir rastî vîrusa korona bûye, ku heya niha pitir ji 22,Hezar kesan nexweş ketine û pitir ji Hezar û 700 kesan jiyana xwe jidest daye.