
Kurdistanmedia: Wezareta derve ya Amerîka ragihand ku, rejîma Îranê berdewame li ser alîkariya El-Qa`îdê dike bona encam dana kiryarên terorîstî.
“Natan Sîlz” hewahengî kerê dijî terorîzmê di Wezareta derve ya Amerîkayê de got: Rejîma Îranê bi berdewamî bi mebesta encamdana kiryarên terorîstî û têkdana deverê piştîwaniya ji El-Qa`îdê dike.
Wî deshilatdarê Amerîka ragihand ku em nikarin basa şere dijî terorê bikin, lê base rola rejîma îranê wekî maka terorê nekin.
Rejîma Îranê Pere û çekan dide El-Qa`îdê û li nawa Îranê de cih daye wan û wan perwerde dike, da ku wan bo kiryarên terorîstî bo derveyê welat bişîne.
Îran wekî bingeha terorêye, û piştevanî li girupên terorîstî ên wekî El-Qa`îde, Hizbulaha Lubnanê û Husiyan û ên dine dike.
Wî deshilatdarê Amerîka got: Em wan axavtina hemûyan bi belgên eşkere dikin.