Rejîma Îranê, piştevaniya aborî li girûpa “Cîhada Îslamî” ya “Felestîn”ê qut dike û bi wê sedemê şer û pevçûn di bavbera fermandeyên wê girûpê de qewimiye.
Pêka rojnameya welatê Misrê, “Elmisriye El-Yewm” ku belav kiriye: “Rejîma Îranê neçar maye ku piştevaniya xwe ji milîsên “Cîhada Îslamî ya Felestîn”ê li “Xezzê” kêm bike, ew kêmkirina piştevaniye bi sedema krîza aborî ya Îranê ye”.
Yek ji fermandeyên hêzên “El-Quds” ku pişka leşkerî ya “Cîhada Îslamî” ye daye zanîn ku: “Tehranê ew agehdar kirine ku piştevaniya aboriya xwe ya li operasiyonên wan, herî kêm heta dawiya salê dê qut bike”.
Herwisa hatiye baskirin ku bi sedema wê biryara rejîma Îranê, di navbera rêberên “Cîhada Îslamî” de ku rastî krîza dijwar a aborî hatiye, alozî peyda bûye û heta li dijî hev rawestane û şer û pevçûn di nabera wan de qewimiye.
Sekreterê giştî yê “Cîhada Îslamî” kesekî bi navê “Ziyad El-Nexale” ye ku, pêwendiyên gelek nêz digel rejîma Îranê hene û “Cîhada Îslamî” wekî aliyeke navendên ewlehî yên rejîma Îranê, bi rê ve dibe.
Herwisa “Ziyad El-Nexale”, di hevpeyvînekê de îtiraf kiribû ku: “Qasim Silêmanî çavedêriya lêdana mûşekan bi bajarê Telavîvê dikir”.
Çavkaniyên Îsraîlê dabûne xuya ku bi erêkirina “Elî Xamineyî”, alîkariya malî ya rejîma Îranê bo “Hemas”ê li sala 1398an, ji 100 milyon Dolaran bi 360 milyon Dolarî hatibû zêdekirin.