Şêwîrmendê Wezîrê Derve yê Îranê, “Elîesqer Xacî” di hevdîtina xwe digel Serkomarê Sûriyê “Beşar Esed” de bi tekezî got: “Îran dê piştewaniya xwe li dewlet û xelkê Sûriyê bidomîne”.
Roja Dûşemî 28ê Hezîranê, şêwirmendê payebilind ê Wezîrê Dervê yê rejîma Îranê di karûbarê siyasî, ”Elîesqr Xacî” di hevdîtina xwe digel Serkomarê Sûriyê de tekezîkir ku Îranê de piştewaniaya xwe li dewlet û gelê Sûriyê bidomîne û îdia kir ku ew piştewanî bona rawestan li dijî terorîzmê ye!
Dewleta Sûriyê bi piştewaniya rejîma Îranê xelkê xwe bi awayekî hovane serkut dike û desthilatdarên rejîma Îranê bi cihê dabînkirina jiyana xelkê Îranê, di hevdîtinên xwede digel rejîma Sûriyê, sozên bedewamiya hevkariyên zêdetir didin û dahata xelkê Îranê bê beranber û bi tenê bona berjewendiya siyasî û geşedan bi terorîzsmê di wî welatî de xerc dikin.
Rejîma Îranê alîkariya, malî, cebilxane û xwarinan bê beranber bo rejîma Sûriyê û milîsên çekdar ên terorîstî dabîn dike, ew di halekê deye ku xelkê Îranê li dijwartirîn rewşê de dijî û piraniya xelkê Îranê nikarin heta hewcehiyên xwe yên seretayî wekî xwarinê dabîn bikin.