Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê amadeye xelkê xwe bona berjevndiyên xwe bi birsî rabigre

13:16 - 25 Hezîran 2021

Serokwezîrê Îsraîlê, “Naftali Bennett”di rêûresmeke leşkerî de ragihand: “Îran bona berdewamkirina bernameya leşkeriya xwe ya navkî, amade ye ku bi salan xelkê xwe bi birsî rabigre”.

Roja Pêncşemî 24ê Hezêranê, Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” di rêûresmeke leşkerî ya bi bîranîna 40mîn salvegera bombebaran kirina navenda navkiya Îraqê ji aliyê Îsraîlê ve ragihand: “Îsraîl dixwaze hemû cîhan bizane ku hikûmeteke zalim û tundajo ku “Celladê Tehranê” bona Serkomariya xwe hilbijartiye, amadeye bi tenê bona domandina bernameya leşkeriya xwe ya navkî, xelkê wê bi salan birsî bimîne û ew rejîmek nîne ku em bikarin digel bisazin”

Herwisa navbirî ragihand: “Bombebaran kirina navendên navkî renge dubare bibe û wê carê li ser Îranê be”.

Herwisa Wezêrê Berevanî yê Îsraîlê “Benny Gantz” jî di wê rêûresma leşkerî de ragihand: “Hekî em seh bikin ku hewceye destbikar bin, em dê her gef û metirsiyekê ji nav bibin lê pêka berpirsayetiya kar û siyasî em dê wî karî bikin”.

Rejîma Îranê tevî hemû core alîkarîdanekê bo girûpên terorîstî li dijî îsraîlê û xerckirina dahata Îranê bona derblêdan bi Îsraîlê, bi eşkere gefa jinavbirina Îsraîlê dixwe.