Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ava çemê Karûn bo hewcehiyên pîşeyî bikar bîne

12:08 - 4 Çirriya paşîn 2020

Projeya veguhastina ava çemê “Karûn”ê û ava çemên ku avrêja wan çemê “Karûn”ê ye, rejîma Îranê li destpêkê de dixwest bi armanca dabînkirina ava vexwarina çendîn deveran bikar bîne lê niha xuya bûye ku ew çewtekarî bûye û bi armanca bikaranîna wan avan di karûbarêln pîşeyî de bûye.

Roja Sêşemî, 3ê Çirriya Paşîn, nûnerê meclîsa rejîma Îranê yê bajarê “Ehwaz”ê, “Kerîm Husênî” ragihand: “Derheq veguhastina avê ji çemên avrêja çemê “Karûn”ê bo navenda Îranê ji destpêka karê meclîsa nû ve em pêdegir bûne lê veguhastina vê avê bi armanca ava vexwarinê nîne û berpirsan digel me rast negotine û niha dixwazin wê avê bona karên pîşeyî bikar bînin”.

Pêka gotina wî nûnerê rejîmê, tev binav nûnerên “Ehwaz”ê pêdagirê rawestandina gelaleya veguhastina av ji çavkaniyên parêzgeha “Xûzistan” û parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” yê ne û berpirsên ava Îranê armanca rast ya wan terhên veguhastina avê ji wan veşartine.

Li rewşekî de ku parêzgeha “Xûzistan”ê hebxwe pirskirêka ava vexwarinê heye, rejîma Îranê di cihê dabînkirina ava vexwarin a xelkê wê parêzgehê, bi çewtekarî û veşartina rastiyan cehdê dike avê bona dabînkirina hewcehiyên pîşeyî li parêzgehên din wekî Îsfehanê de bikar bine.

 “Kerîm Husênî” daye zanîn ku ew biryarên berpirsan bêrêzî bi ragihandin û xelkê ye û niha xelkê 1 hezar gundan li parêzgeha Xûzistanê, hewceyî bi dabînkirina ava vexwarinê hene û bêavî bûye kirîzek ku bajarê parêzgeha xuzistanê jî li xwe girtiye.