Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê azara xirstiyanan dide

09:45 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Civata Xirstiyana ya li Îranê ragihandine ku ji aliyê dezgehên rejîma Îranê ve, rastî azar û ezyetan dibin û bi tawanên bê bingeh wan di hespxaneyan de radigirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Radyo Ferda”yê, di navendên dadveriyê ên rejîma Îranê de, derheq dosyeyên xirstyan de, serdozger pêka yasayên dadgehê li ser tawanên wan biryar nastînin belkû, ev pêka nerînên şexsî ên xwe biryar distînin. 

Herwisa girtiyên xistiyan ên li girtîgehên rejîmê de, bona azadbûnê dibe ku, barmteyên bi qasî 220 hezar Dollarî dabîn bikin lê ev yek jî, di şiyana her kesî tuneye.

Welatiyên xirstî ên li Îranê, ji ber tawanên bê bingeh, azar û ezyetiyên destûpêwendiyên rejîmê, ev neçarin di wan şert û mercên dijwar ên jiyanê de, welat bicih bihêlin û di welatên cîran de niştecî bibin.

Ev rewşa han di halekê de hatiye ragidandin ku:  Dozgeriyên rejîma Îslamî a Îranê di Kanûna Duyem a 2021`an de, di bersiva karnasên paye bilind yên Saziya Navneteweyî de, haşa ji azardan û sepandina tawanên bê bingeh li dijî welatiyên xirstiyênên wî welatî de kirbûn.

Li gor amarên, Navenda Zanyariyên Xirstiyênn cîhanê , nêzîkî 547 hezar welatiyên xirstî li Îranê de hene.

Rejîma Îranê tenê welatiyên şî`e meseb weke welatiyên yekem ên wî welatî nas dike û li Îranê welatiyên ku mesebên cuda hene bi berdewamî ji aliyê dezgehên rejîmê ve  rastî azar û ezyetkirinan dibn û ji mafê destpêkî ên welatîbûna xwe jî bê par in.