Rêkxirava Karûbarên Bac a rejîma Îranê bi dana destûrek bo zêrîngiran, daxawj ji wan kiriye ku heta %9 bac ji bikirên zêran bistînin.
Pêka wê destûrê ku di roja Duşemî 13ê Sermawezê de belav bûye, yasaya hertim ya bac li ser nirxa zêde ya kirîna zêr û Platîn ji 13ê Befranbarê, bê cîbicîkirinê û %9 bac ji bikirên Platîn û zêran bê standin.
Rejîma Îranê di hayama wan salên derbasbûyî de çendîn bac bo qerebûkirina kêmanîna bûdceyê û kêmbûna firotina neftê li ser xelkê sepandine; Yek ji wan bacan, bac li ser “sike” ye ku di heyama wan 3 salên derbasbûyî de bi nişkê ve bilind bûne.
Di sala 1398an a Rojî de ji wan kesên ku kêmtir ji 20 sikeyan kêmtir hebûn bac nedistandin, lê sala derbasbûyî ew rêje bû bi 10 sike û îsal jî bo 5 sikeyan daketiye, lewma amarên Şêwraya Cîhanî ya Zêran dide xuya ku di heyama wan 3 salên derbasbûyî de kirîna sike li Îranê bi rêjeyek berçav daketiye.
Di heyama salên derbasbûyî de bi bênirxbûna Riyalê Îranê, gelek ji xelkê Îranê rû bi kirîna sikeyan kirin, lê bi sedema vergirtina bac li ser sikeyan, daxwaza xelkê bi kirîna sike daketiye.
Ew rewş di halekê de ye ku kabîneya “Îbrahîm Reîsî” hewlê dide bo dabînkirina bûdceya sala bê, dahata baca dewletî %44 bilindtir bike.