Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bacê li zozançiyan distîne

13:26 - 3 Nîsan 2022

Rejîmê Îranê bi belavkirina rêzbendek li deverên Rojhilatê Kurdistanê, bacek gelek zêde xistiye ser zozançiyan.

Xelkê zozançî li deverên Rojhilatê Kurdistanê rastî baca zêde ya rejîma Îranê hatine û wê rejîmê bo dana derfetnameya hatin û çûna zozançiyan û ajelên wan bo zozanan bacekek zêde bo wan diyarî kiriye.

Rejîma Îranê bo dana derfetnameyê tevî danîna çendîn mercan, daxwaza çendîn milyon Tumen pere ji zozançiyan kiriye.

Bi sedema hejarî û dahata kêm a xelkê Rojhilatê Kurdistanê beşek zêde ji ajeldaran rêjeyek kêm ajel hene û nikarin pereyk wiha zêde dabîn bikin.

Zozançî neçar in bo xwedîkirina ajelên xwe rû li zozanan bikin û rejîmê bi cihê piştevanîkirin ji wan zozançiyan û dabînkirina hewcehiyên wan, pereyeke zêde ji wan distîne û bo berjewendiyên xwe xerc dike.