Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bas ji tolhildana xwîna çekdarên Heşda Şe`ibî ji DAÎŞê dike

13:03 - 4 Gulan 2020

Berdevkê Wezareta Derve a rejîma Îranê bas dike ku, dê tola xwîna wan çekdarên Heşda Şe`ibî ku ji aliyê DAÎŞê ve hatine kuştin, dê bê hildan.

Roja Yekşemî, 3`ê Gulanê, berdevkê Wezareta derve a rejîma Îranê, “Ebas Mûsewî” di berteka kuştina hejmarek ji leşkerên Heşda Şeibî ji aliyê hêzên DAÎŞê ve, got: “ Tola wan dê bê hildanê” û herwisa tekez kir ku “Her kiryarek ku bibe sedema têkçûna cihgîrbûna aramî û asayîşê di Îraqê de, red û şermezar dikin”.

Roja Şemî, 2`ê Gulanê, dehan kes ji çekdarên Heşda Şe`ibî ji aliyê hêzên DAÎŞê ve hatibûne kuştin.

Rejîma Îranê ku dest di çêkirina Heşda Şe`Ibî de hebûye, piştewaniyeke hemû alî ji wê hêzê dike.

Li ser wê mijarê, di wan rojên dawiyê de, hêzên DAÎŞê çalakiyên xwe carek din destpêkirine û çalakiyên wan di çend deveran de bi taybet li “Çiyayên Hemrîn” û dewrûberê “Celewla”yê destpêkirine û heya şeva derbasbûyî de jî, hêzên DAÎŞê êrîş kirine ser hêzên Îraqî.

Heşda Şeibî û berpirsên Îraqê bas ji bi dawîhatina çalakiyên DAÎŞê dikin, lê ji destpêka sala nû ya zayînî ve, êrîşên DAÎŞê zêde bûne û nebûna hêzên hevpeymanan di dewerê de meydana çalakiyên DAÎŞÊ çend qat berfirehtir kiriye.